Rejîma Îranê Muhammed Ebbasî bi darve kir

HRANA'yê ragihand ku Muhammed Ebbasî ê ku li Îranê di dema protestoyên meha Çileyê de hate girtin, hate bi darve kirin.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku Muhammed Ebbasî ê ku li Îranê di dema protestoyên meha Çileyê de hate girtin, hate bi darve kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya darvekirinê ji bo hevdîtina dawî bang li malbata Ebbasî hatiye kirin ku werin Girtîgeha Qêzêlhêsar a li bajarê Kerecê. Lê destûra hevdîtinê ji bo malbatê nehate dayîn.

Piştî ku malbat ji girtîgehê derket, bi rêya telefonê hate ragihandin ku Muhammed Ebbasî hatiye darvekirin.